Taşçier: HDP ji Parlemanê venakişe û rê ji AK Partiyê re nahêle

Parlementerê HDPê Îmam Taşçier ragihand, Me daxwaza hilbijartinên pêşwext kir û CHP jî jê re amade ye. Rewşenbîrên Tirkiyê dixwazin Tirkiye di riyên demokratîk û aştiyê de bi pêş ve here.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê HDP Imam Taşçier ragihand, Me daxwaza hilbijartinên pêşwext kir û CHP jî jê re amade ye. Rewşenbîrên Tirkiyê dixwazin Tirkiye di riyên demokratîk û aştiyê de bi pêş ve here.

Parlementerê HDP Îmam Taşçier beşdarî bernama “Rojev” a Kurdistan24ê bû û ragihand, AK Partî êdî bûye wek dewlet û ne wek partiyekê kar dike, ji ber wê jî gelek bandor daniye ser gelê Kurd, Tirk û partiyan û hiqûqê jî nas nake, bi taybet jî li HDPê dibe, ku AK Partî rêvebir, endam, alîgir, parlemanter û şaredarên HDPê digire û dixe zîndanan. Li hember vê rewşê jî HDPê dixwaze bo vekirina riyên demokratîk û peydakirina çareseriyekê, xebatê dike.

Got jî: Me daxwaza hilbijartinên pêşwext kir û CHP jî jê re amade ye. Ji ber ku hiqûq û dadgeh bikeve bin fermanê siyasetê, heger hiqûq û dadgeh ketin bin fermana siyastê, tê wateya ku ev partî nikare siyasetê bike.

Amaje bi wê kir, nîvê raya giştî piştevaniya partiya xwe dikin, ne ku piştevaniyê li nirxên demokratî û mafên mirovan dikin û wan bi pêş ve dibin. Rewşenbîr, nivîskar û yên dixwazin Tirkiye bi riyên demokratîk û aştiyê re bi pêş ve here, ew hemû li hember pirsa qeyûman e.

Li ser biryara mana di Parlemana Tirkiyê de got: Tirkiye bi siyaseta xwe ya derveyî û navxweyî de têk çûye, li hember vê divê em rê bo demikratî û siyaseta sivîl vekin, dema em ji siyaseta sivîl vekişin, emê rê ji wan re bihêlin û jixwe daxwaza Erdogan û AK Partiyê jî ev e.

Li ser pirsa Yekîtiya Netewî da zanîn, di sala 2013an de li ser banga birêz Serok Barzanî, Celal Talebanî û Abdulah Ocalan gaveke bo yetîkiya netewî hat avêtin. Niha tevahiya cîhanê behsa Kurdan dikin, ne behsa partiyeke Kurdan dikin. Di vê demê de heger Kurd bêne cem hev û yekhelwestî û yekrêziya Kurd ava bibe, Kurd dê biser bikeve.

 

 

S. B