Partiya Babacan, heta dawiya îsal ava dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Heta meha bê partiyeke nû li siyaseta Tirkiyê zêde dibe. Avakar û rêvebirê Partiyê, Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan e û daxuyaniyên wî yên liser partiya nû di medya Tirkiyê de cihek berfireh digre.
Babacan liser xebat û armancên partiya xwe ji televîzyoneke taybet re eşkere kir: Ji ber ko AK-Partî ji armanc û hejayiyên xwe dûr ket, wî dest jê berda û biryara avakirina partiyeke nû da. Heta niha bi 700 kesên xwedî ezmûn û kêrhatî re rû bi rû hevdîtin kirin e û dixwazin, heta dawiya îsal partiya xwe ava bikin.
Babacan liser pirsa Kurd diyar dike, ko pirsek dîrokî ye û divê were çareserkirin. Kurd pêkhateya sereke ya Tirkiyê ne û divê dewlet mafên wan gerentî bike. Divê hemû welatiyên Tirkiyê xwedî mafên wekî hev bin.
Piştgirê herî mezin ê partiya Babacan, Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul e. Babacan dibêje, Abdullah Gul bi awayek fermî di nava partiya wan de cih nagre, lê bi ezmûn û şîretên xwe piştevanê wan ê sereke ye. Pêşengên berê yên AK-Partiyê Beşîr Atalay, Sadullah Ergîn û Nîhat Ergûn jî, hevkarên wî yên nêzik in.
Lê, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji wan cûda ye û ew jî biryar e, di demek nêzik de partiya xwe ava bike. Liser vê meseleyê jî Babacan amaje dike, ko armanc û rêbaza siyaseta wan û ya Davutoglu ji hev cûda ne. Lewma ew nehatin ba hev û cûda kar dikin.
Alî Babacan û hejmarek berbirs û avakarên AK-Partiyê berî niha bi 4 mehan dest ji AK-Partiyê berdabûn. Bi heman awayî Ahmet Davutoglu jî, berî niha bi du mehan dest ji AK-Partiyê berdabû.
C.B