Tirkiye: Karvedanên berfereh liser seradana Mesrûr Barzanî

Seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên pilebilind ên wî welatî, di medyayê de jî cihek berfireh digre

K24 – Navenda Nûçeyan

Seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên pilebilind ên wî welatî, di medyayê de jî cihek berfireh digre. Piraniya rojanameyên Tirkiyê di rûpelên xwe yên yekemîn de behsa seredana Mesrûr Barzanî dikin.

Rojnameya Karar dibêje, li Beştepeyê Koşka Serokomariyê digel Erdogan ligel Mesrûr Barzanî lûtkeyek 60 deqeyî pêkanî.

Rojnameya Yenî Şafak, axaftina Çavuşoglu ya ji bo seredana Mesrûr Barzanî derdixe pêş, ko Çavuşoglu gotibû Mesrûr Barzanî seredana xwe ya yekemîn bo Tirkiye dike. Ji ber vê yekê, wateya seredanê taybet e û ew keyfxweş e.  

Rojnameya Birgûnê jî, bal dikşîne ser seredana yekemîn a fermî ya Mesrûr Barzanî û radighîne: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu di derbarê operasyona Suriyê de agahî dan e Mesrûr Barzanî. Mesrûr Barzanî jî, liser operasyonê dilgiraniyên xwe ji berpirsên Tirkiyê re ragihandin e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxûyaniyekê naveroka hevdîtinên li Enqereyê eşkere dike. Li gor wê daxûyaniyê,  Mesrûr Barzanî  ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî re diyar kiriye, ko Herêma Kurdistanê ji bo seqamgirî û aşitiya navçeyê bihêz e û digel cîranên xwe jî, dê di nava danûstandineke xweşbîn û erenî de be. Tirkiye û herêma Kurdistanê, li ser pêwendiyên bihêz xwedî yêk nêrîn in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha amajeya wê yekê jî dike, ko nabe hin alî xaka herêma Kurdistanê ji bo êrîşên dijî welatên cîran bikar bînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, bi twîtekê diyar dike, ko hevdîtina wî ya digel Erdoganî gelek erenî bû ye. Bazirganiya dualî û seqamgiriya navçeyê jî nav de, li ser hejmarek mijarên ko berjewendiya hevbeş li xwe digre, danûstandinen berhemdar kirin e.

 

 

C.B