Ebdulmehdî: Ez dê dest jikar berdim!

Serokwezîrê Hukimeta Iraqê Adil Ebdûlmehdî ragihand, ku dê nameya dest jikar vekşandina xwe pêşkeşî Parlementoya Iraqê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Hukimeta Iraqê Adil Ebdûlmehdî ragihand, ku dê nameya dest jikar vekşandina xwe pêşkeşî Parlementoya Iraqê bike.

Ebdulmehdî diyarkir, ku her berê jî, bijardeya dest jikar vekşandina xwe anîbû rojevê û dê bi awayek fermî, nameya daxwaza dest jikar vekşandina xwe, radestî Parlementoya Iraqê bike.

Demek kurt, berî daxûyaniya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Rêberê Şîayên Iraqê Ayetullah Elî Sistanî bangewaza guherandina birevebiriya desthilatê û hilbijartinên pêşwext ragihandibû.

Sistanî gotibû, ku desthilat di 2 mehên dawî de, ku xwepêşandanên nerazîbûnê encam dan e, nekariye çareseriyek peyda bike. Hukimeta niha û Parlemento divê ligor berjewendiyên Iraqê tevbigere.

 

 

C.B