Lêkolîna psikosiyasî ya Pirsa Kurd

Di lêkolînê de gotinên siyasetmedaran ên hember Kurdan, kiryarên serbazan ên hember Kurdan û perspektîfa hiquqî ya li ser Kurdan tê nîşan dan

K24 - Diyarbekir

Pirsa Kurd bûye mijara lêkolîn û xebatên akademîk. Vê carê jî, ji aliyê psîkosiyasî ve  tê analîzkirin. Zanyarê Siyasetê Firat Akman bi awayek kronolojîk helwesta dewleta Tirkiyê ya hember Kurdan ji damezrandina komarê, Serhildana Şêx Seîd, Serhildana Dêrsimê, derbeyên leşkerî û heta roja me dinirxîne.

Di lêkolînê de gotinên siyasetmedaran ên hember Kurdan, kiryarên serbazan ên hember Kurdan û perspektîfa hiquqî ya li ser Kurdan tê nîşan dan.

Zanyarê siyasetê û lêkolîner Firat Akman amaje dike, ku her çiqas car caran rêbaz hatibe guhertin jî, ji destpêkê heta niha politikaya sereke bişaftina kurdan bû ye, lê siyasetmedarên Kurd ên îro vê yeke nabîn in.

 

 

C.B