Serokê Herêmê digel Emîndarê Giştî yê Yekgirtû civiya

Li Hewlêrê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Behadîn civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê, Serokê herêma Kurdistanê digel Emîndarê Giştî yê Yekgirtû civiya.

Di çarçoveya seredanên xwe de, ji bo aliyên siyasî, Nêçîrvan Barzanî seredana baregeha Yekgirtû ya Islamî ya Kurdistanê kir û digel Emîndarê Giştî yê wê Partiyê Selahedîn Behadîn civiya.

Hefteya borî Nêçîrvan Barzanî bi cuda, digel Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Komel a Islamî civiya bû. Armanc a civînên wî, dirustkirina yekdengiya aliyên siyasî û pêkanîna Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê ye.

 

 

C.B