PAK û PSK egerên nebeşdariya civîna “Tifaqa Netewî” eşkere dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi daxûyaniyek hevbeş egerên nebeşdariya xwe di civîna “Tifaqa Netewî” de ji raya giştî re eşkere kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi daxûyaniyek hevbeş egerên nebeşdariya xwe di civîna “Tifaqa Netewî” de ji raya giştî re eşkere kirin.

Kopyeyek ji daxûyaniya gihandin destê K24. Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Ji raya giştî re

Li ser navê ‘’10 partî  û hereket’’an çend roj berê pêşniyarîyek ji partîyên me re(PAK û PSK) hatibû kirin ku em jî beşdarî civîneke ku di roja 05.12.2019an de  bi armanca pekanîna  ‘’tifaqa netewî’’ bê kirin bibin.

Pêşnîyarîya ku  weke ‘’10 partî  û hereket’’an  ji bo pêkanîna  ‘’tifaqa netewî’’ ji me re anîbû, me weke PAK û PSK,di nav rêvebirîya partîyên xwe de nirxandin û me biryar da  ku beşdarî wê civînê nebin.

Me ev biryara xwe ya ku em beşdarî wê civînê nabin, bi dîyar kirina sebebêb wê ve, di roja 04.12.2019an bi nameyekê li ser navê herdu partîyan me ji alîyên peywendîdar re şand.

Em di wê fikrê de bûn ku vê nameyê di rojên pêş de bi raya giştî re jî parve bikin. Lê îro(04.12.2019) di hinek nûçeyên ku belav bûne de, me dît ku hinek agahdarîyên xelet hene ku dibêjin ‘’Li gorî agahdarîyên ku me wergirtine, PAK û PSK jî dê beşdarî vê civînê bibin’’. Ji ber vê yekê, em gihîştin wê qenetê ku wê nemaya ku me ji ‘’10 partî  û hereket’’an re şandîye em nuha bi raya giştî re parve bikin dê baştir  û rastir be.

Li gel rêzên xwe

04.12.2019

…………………………………………………..

Hevalên birêz,

Pêşnîyarîya ku  weke ‘’10 partî  û hereket’’an we ji bo ‘’tifaqa netewî’’ ji me re anîbû, me weke PAK û PSK,di nav rêvebirîya partîyên xwe de nirxandin.

Em weke PSK û PAK demeke dirêj e di nav hevkariyeke netewî û demokratîk de ne. Ji ber wê jî me xwest li ser navê herdu partîyan bersîva pêşnîyarîya we bigihînin ber destên we.

Berîya her tiştî em dixwazin balê bikişînin ser wê yekê ku, di têkoşîna me ya azadîyê de, tifaqa netewî ya ku li ser prensîbên netewî û demokratîk bê ava kirin, pêwîstîyeke bingehîn û  guncaw e.

Tifaqa netewî ya li her perçeyekî Kurdistanê û dîyalog, piştgirî, hemahengî û xebatên di derbarê kongreya netewî ya di navbera hemû perçeyên Kurdistanê de, di rêya azadîya welatê me û ya gelê me de, hêz û rêberên girîng û esasî ne.

Lê mixabin, di dîroka me de em bûne şahidê  gelek nimûneyên biserneketî yên hewlên tifaqa netewî û hewlên kongreya netewî. Heger em li sebebên van biserneketinan binerin, emê bibînin  gavên ku bi aktorên şaş,bi rê û rêbazên şaş hatine avêtin; helwest û gavên ku bawerîya nevxweyî şikandîne, hejandîne tu caran biserneketine.

Mixatabên tifaqa netewî ya li her perçeyekî û  ya jibo kongreya netewî ya di navbera hemû perçeyan de jî ew  partîyên sîyasî ne yên ku hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, nirxên netewî û statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê qebûl dikin. Herweha jibo tifaqa netewî  û jibo kongreya netewî  divê lihevkirinek, rêzgirtinek û  hevdu qebûl kirineke  li ser esasê demokrasî û azadîya nevxweyî jî hebe.

Tifaqa netewî  ji bo Bakurê Kurdistanê jî îro gelekî girîng e, pêwîstîyeke esasî ye. Lê aşkere ye ku tifaqên netewî bi aktorên ku xwe netewî û niştimanî dibînin têne ava kirin. Heger em li vê pêşniyarîya we ya ji bo lidar xistina civîneke bi armanca  ava kirina ‘’tifaqa netewî’’ binerin, dîyar e ku aktorê esasî yê vê pêşnîyarîyê, xwe weke ‘’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dike. Ma gelo çawa dibe ku ‘’Partîyeke Tirkîyeyî’’ , bibe aktor û damezranêrê tifaqeke netewî; ma ev rast û maqûl e?

Belê, bi aktorên şaş, ne mimkun e ku em bigihêjin encameke rast.

Di van şertên heyî de, rewşa pêkhateyên ku ev bang li me kirine û cudabûna armanc û bernemeyên wan jî gelek astengîyan ji tifaqa netewî re derdixe.

Belê, gava  aktorekî ku bi bername û sîyaset û pêkhateyên xwe ve ji vê armanca tifaqa netewî  dûr e bangê dike helbete ku dê vê armancê jî bi xwe re şêlû bike.Herweha,  bêbawerî û şikestên ku di peywendî, çalakî, hevxebat û peymanên pêştir de rûdane jî, sebebeke esasî ye ku rê li ber tifaqa netewî digire. Di gelek xebatên pratîkî yên pêştir de, di pêvajoya hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de û vê dawîyê jî di Platforma Zimanê Kurdî de, gelek helwest  û gotinên hinek alîyên vê bangê, bêbawerîya heyî mezintir û kûrtir kirîye.

Herweha pişti ku banga civîneke hevbeş li me hate kirin, hinek  kes û alîyên vê bangê, bi daxuyanî, gotar û helwestên xwe ve, agahdarîyên xelet dane raya giştî ku weke hemû alîyan ji bo tifaqê lihevdu kirine nîşan dane.Ev kes û alîyên ku ev daxuyanîyan belav kirine, ji nuha ve xwestine îpotekekê danin ser îradeya alîyên tifaqê yên din û xwestine vê xebatê weke xebateke di bin kontrola xwe de nîşan bidin.Ev helwestên ku ji hişmendî, ruhîyet, prensîp û şêweyên tifaqa netewî dûr, helbete ku bêbawerîya zêdetir dike û tu feydeyê jî ji kesî re nayne.

Belê birêzan,

Ji ber van hemû sebebên ku me li jorê anîne ziman, em dixwazin we agahdar bikin da ku emê nikaribin beşdarî wê civîna ku we em dawet kirine bibin. Lê di rêya azadîya Kurdistanê de, ji bo hûnandin û ava kirina dîyalog, hevkarî û tifaqa netewî ya di navbera partîyên netewî û demokratîk de, emê xebatên xwe her bê westan bidomînin.

Di xebatên ve de em serkeftinê ji we re dixwazin.

04.12.2019

 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

 

 

 

C.B