Civîna “Tifaqa Netewî” daxûyaniya encamnameyî ragihand

HDP û hin partiyên Kurdistanî li Diyarbekrê, daxûyaniya encamnameyî ya civîna “Tifaqa Neteweyî” ragihandin. Kopyeyek jî gihandin K24.

K24-Diyarbekir

HDP û hin partiyên Kurdistanî li Diyarbekrê, daxûyaniya encamnameyî ya civîna “Tifaqa Neteweyî” ragihandin. Kopyeyek jî gihandin K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bike yek! Desthilatiya AKP-MHPê hemû yasayên xwe û yên navneteweyî binpê dike û li şûna hevşaredarên me û endamên meclisê yên ku bi dengê gelê me hatine hilbijartin, qeyûman tayîn dike. Bi vî awayî derbeyê li demokrasiya herêmî dixe û îradeya gelê me desteser dike.

AKP-MHP bi awayekî aşkera îradeya gelê me nas nake. Siyasetmedarên kurd, bi awayekî keyfî her roj tên destgîrkirin û girtin. Êrişên li ser wan her ku diçe zêdetir dibin; her sibe bi ser malên siyasetmedaran de tên girtin.

Desthilatî bi awayekî fîîlî mafê yasayî û rewa yê siyaseta demokratîk li kurdan qedexe dike û îradeya gelê me ji holê radike. Tiştên li vir û li derveyî sînor rû didin, her ku diçe hêrs û kîna gelê me û siyasetmedarên kurd zêdetir dike û di serî de di warê avakirina tifaqa neteweyî de û li ser esasên rewa-yasayî, hevgirtineke bi hêz li ser me hemûyan ferz dike.

Geşedanên li parçeyên Kurdistanê nîşan dide ku gelê Kurdistanê îro zêdetir ketiye rojeva gelên cîhanê û bala raya giştî ya navneteweyî dikişîne. Eger em yekrêzî û hevgirtina xwe pêk bînin û hêzên xwe bikin yek, têkoşîna me ya demokratîk, aştiyane û siyasî jî dê ji aliyê hêzên navneteweyî ve zêdetir bê qebûlkirin û piştgirîkirin. Ji bo ku ev demên dijwar bi awayekî serkeftî encam bide, gelê me dixwaze ku, li dijî êrişên li ser kurdan, xizanî û têkçûna aboriyê, em tifaqa xwe xurt bikin.

Me wek partî û tevgerên siyasî yên ku navên wan li jêr hatine destnîşankirin, di 05.12.2019an de bi vê armancê civînek pêk anî. Di civînê de ev biryar hatin girtin:

I-Avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê;

II-Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” bidomînin;

III-Di 18-19ê Rêbendanê de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî, dê komxebateke du rojan bê lidarxistin;

IV-Amadekariya komxebatê dê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin;

V-Deriyê me ji hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine re vekiriye ku ew jî werin di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih bigirin.

Em wek Xebata Tifaqa Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tevlî vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin. Rêz û silav

Amed 06.12.2019

Hereketa Azadî

Partiya Azadî

Partiya Demokratîk a Herêman

Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat - DDKD

Kongreya Civaka Demokratîk - KCD

Partiya Demokratîk a Gelan - HDP

Partiya Însan û Azadiyê - PÎA

Partiya Komûnîst a Kurdistanê - KKP

Platforma Demokratên Kurd – PDK-Bakur

Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye -PDK-T

 

 

 

C.B