Erdogan: Heta hemû alî dernekevin, em jî, ji Sûriye dernakevin!

Erdogan: Heta hêzên din ji Suriyê dernekevin û xelkê Suriyê ji Tirkiye re nebêje, derkeve! Ew ji Suriyê venakişin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Heta hemû hêzên din ji Sûriye dernekevin, Ew ji Suriyê dernakevin.

Erdogan ji endam û berpirsên partiya xwe re axaft û di derbarê hebûna Tirkiyê ya li Suriyeyê de eşkere kir, ko heta hêzên din ji Suriyê dernekevin û xelkê Suriyê ji Tirkiye re nebêje, derkeve! Ew ji Suriyê venakişin.

Erdogan got: Di hemû hevdîtinên me yên digel serokên dewletan re pirsa dema derketina ji Suriyê, ji me tê kirin.

Dibêjin: Hûnê kengê ji Suriyê derkevin?

Em jî ji wan dipirsin: Çi karê we li Suriyê heye?

Me bi Suriye re 911 kîlometre sînor heye. Ma we sînor heye?

Min ji Brîtanya, Almanya û Fransayê re bi zelalî got:

Hûn çima Li Suriyê ne? Heta ko hûn ji Suriyê dernekevin û heta xelkê Suriyê ji me re nebêje - sipas ji we re û êdî hûn dikarin biçin, em ji Suriyê dernakevin. Jiber ko em li gor rêkeftina Edeneyê û liser daxwaza xelkê Suriyê li wir in.

 

 

 

C.B