ENKS ji bo mafên Kurd di Sûriyê de li Moskoyê ye

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurd di destûra Sûriyê de li Moskoyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurd di destûra Sûriyê de li Moskoyê ye.

Peyamnêrê K24ê li Moskoyê da zanîn, şandeke ENKSê li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê bi Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov re civiya.

Serokê şanda ENKSê Kamîran Haco piştî civînê ji K24ê re ragihand, rola Rûsyayê li Sûriyê bi giştî girîng e, bi taybet piştî derbasbûna wê ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re, bêhtir bo doza Kurdî girîngtir bûye. Armanca serdana wan bo Moskoyê naskirina pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ye.

Haco got jî: “Me xwast ji Wezareta Derve ya Rûsyayê bizanin berê rêkeftinên Rûsî – Tirkî li kû ye û encam û bandorên sê li ser gelê Kurd û herwiha rola Kurd di pêşerojê dê çawa be.”

Diyar kir jî, di civînê de her her aliyan, mijara destûra Sûriyê, bicihkirina mafên Kurd di destûrê de û rewşa Efrînê guftûgo kirin.

Şanda ENKSê ji Berpirsê Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Haco û endamên wê komîtê Îbrahîm Biro û Îsmaîl Hesaf pêk hatibû.  

 

S. B