Davutoglu partiya xwe ragihand – Gelecek Partisi

Navê partiyê “Gelecek” ango “Paşeroj” e û sembola wê pelê dara Çinarê ye. Partî li Enqereyê bi beşdariya girseyek berfireh ve hate ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyeke nû li siyaseta Tirkiyê zêde bû.

Ev partî ya Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ye û demek dirêj bû dihat çaverekirin.

Navê partiyê “Gelecek” ango “Paşeroj” e û sembola wê pelê dara Çinarê ye. Partî li Enqereyê bi beşdariya girseyek berfireh ve hate ragihandin. 

Davutoglu dibêje felsefeya bingehîn a  partiya wan azadî ye. Armanca wan bercestekirina azadiya axaftin û baweriyê û ji bo vê jî sîstemeke xurt a  hiqûqê pêwîst e.

Liser çareserkirina pirsa Kurd, Davutoglu her çend tiştek gelek nû nebêje jî, balê dikşîne ser mafê perwerdehiya zimanê dayikê.

“Her çand, her ziman, her bawerî û kevneşopî wekî mîrata hevbeş miletê me hêjeyê rêzê ye.

Mafê parastin û pêşvebirina çanda her nasnameyî, em wekî mafeke mirovî ya bingehîn dibînin û divê dewlet piştgiriya wê bike. Di vê çarçoveyê de perwerdekirina zimanê dayikê jî, dê pêwendiya dewlet welatiyên me geş bike û aşitiya civaka me xurt bike”.

Davutoglu di gotara xwe ya dirêj û berfireh de banga rakirina benda hilbijartinê ya sedî 10 jî, dike û ji ber rewşa aloz a îro ya Tirkiyê rexneyên tûnd li partiya xwe ya berê jî digre.

“Îro aboriya Tirkiye di nava krîzeke dijwar de ye. Bêkarî zêde bûye û aborî biçûk dibe. Pereyên me beramberî pereyên biyanî nirxê xwe ji dest dide. Ew kesên ko dewlet û miletê me, ne di xema wan de ye û dadperwerî ne di rojeva wan de ye, nikarin tiştek ji bo dahatûya miletê me bibêjin”.

Lijneya Damezirînerên Partiya Davutoglu ji 154 kesan pêk tê. Pêştir behsa wê yekê dihat kirin, ko siyasetmedarên naskirî yên Kurdan dê di nava partiya wî de cih bigirin. Lê ji xeynî parlementerê berê yê Diyarbekirê Cuma Îçten û çend navên din, mirov nikare bibêje hejmara siyasetmedarên Kurd di nava partiya wî de zêde ne.

Biryar e di demek nêzik de jî, Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacan bi piştgiriya Serokomarê berê Abdullah Gul, partiyeke din rabigihînin.

Ev berpirs û avakarên berê yên AK-Partiyê berî niha çend mehan dest ji partiya xwe berdabûn.

 

 

 

 

C.B