2 Kurd ji bo Parlementoya Brîtanya hatin hilbijartin

Di encamên nefermî yên hilbijartinên Brîtanyayê de, 2 Kurd ji bo Parlementoya Brîtanya hatin hilbijartin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encamên nefermî yên hilbijartinên Brîtanyayê de, 2 Kurd ji bo Parlementoya Brîtanya hatin hilbijartin.

Di hilbijartinan de 3 hezar û 322 kandîd ji bo hilbijartina Parlementoyê ketin hevrikiyê. Di nav wan de, Nedîm Zehawî yê ji başûrê Kurdistanê ji Partiya Parêzgaran (Muhafazakar) û Feryal Clark resen ji bakurê Kurdistanê ji Partiya Karkeran (Labour) bo Parlementoyê hatin hilbijartin.

Zehawî di dema berê de jî, parlementerî kiribû û di nasandina doz a Kurd de xwedî rolek çalak e.

Kandîdên din ji bo Parlementoyê yên Kurd – Ibrahim Doguş û Kaweh Behiştîzade nekarîn bên hilbijartin.

 

 

C.B