Hinguvên Bakurê Kurdistanê li Enqerê hatin danasîn

Li Enqerê bi beşdarîya dehan kompanyayên hilberîna hinguv dikin, roja danasîna hingivan hat lidarxistin
author_image Vural Erişmiş
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Bi hatina zivistanê nexweşî jî xwe di nava civatê de didin der. Lê ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyan çend berhem hene ku di nava gel de taybetî di meha zivistanê zêde tê xwarin. Yek ji wan berheman hinguv e. Li Enqera paytexta Tirkiyê jî bi beşdarîya dehan kompanyayên hilberîna hinguv dikin roja danasîna hingivan hat lidarxistin, da ku welatî hem çêjên cuda bibinin hem jî xwe ji nexweşiyan biparêzin.

Li Tirkiyê bi destpêka werzê zivistanê yek ji berhema herê zêde tê xwarin hinguv e. Ji ber vê yekê li Enqera paytexta Tirkiyê bi navê ji hilberîner bo ber desetê kiriyar roja danasîna hinguvan hate lidarxistin. Li Seranserê Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê bi dehan kompanyeyên hilberîna hinguv dikin beşdarî vê rojê bûn.

Mêşvanê Şemzînanê Saît Elçînê ku hingivên Colemêrg, Şemzînan û Geverê dide danasîn dibêje hingivê wan ji zozanên bi hezar mîtroyan bilind û bi dehan nebatan hatiye hilberîn ji bo gellek nexweşiyan baş e.

Mêşvanê Şemzînanê Saît Elçîn ji K24ê re got: “Ev hinguvînê me yê Colemêrgê, Şemzîna û Geverê ye. Zozanêt me yên ku bilindahiya wê 2500 bilindahiya wê heye ji wan zozanên me hatîne. Em bejin Zozana Nebirnavê, zozana Berçelen, zozana Bervarî zozana Xanesipî ji wan zozanan hatîne. Gihayên me yên ku em bejin sosin û beybûn, ginû û heliz, catir û hêj giyayên ku navên wan neyên bîr min din ava hinguvî de hene. Heke mîdeyî de nesaxiyeke hewe hebît ezayeke mîdeyê hebît temamen evê nesaxê derbas diket.”

Herwiha mêşvanê ji bajarê Agiriyê Ebûbekir Demîr ku li zozanên quntarê çiyayê Qerecdaxê hilberîna Hingiv dike jî dibêje zozanên wan bi lêkolînan hezar û sed cure nebat hatine dîtin û bi wan nebatan hingivê wan ji bo kirryaran tê amadekirin.

Mêşvanê Agiriyê Ebûbekir Demîr dibêje: “Aniha gorî zankoya Îdirê ji zozanên me hezar û sed cure nebat heye. nava vê hezar û sed curê de 400 hebê wan endamîk e sedece vê zozanê de heye başqa cihê nîne. Agiriyê zozanên Sînegê mêşvan pirin, Eledagê pir zêde ne, çiyayê Gilîdagê de pir zêde ne. Evana çêreyê wana pir qedîm e, pir temîz e lewra mêşvan dixwazin herne wan zozana.”

Bêgûman di heyama ku li Enqerê sir û seqem zêde ye, div ê roja ku ji her bajarekî cuda hinguv bi hev re tên danasîn welatiyên Enqerê jî bêpar neman û herê zêde tama hingivên bajarê Bakurê Kurdistanê çû xweşiya enqereyîyan.

Welatî Kadîr Karabacak: “Min hingivê şane kirî û hingiveke bi qelîte ye. Ez her gav hingiv dixwem û ev hingivê Şemzînanê jî di devê min de çêjeke xweş hêla. Hingivek e baş e.”

Welatî Mustafa Lale: “Hingiv ji bo tendûristiya me berhemekî girîng e û di nava jiyana xwe de pêwîste em her gav bixwen. Di van rojên sar de en gelek kêfxweş bûn ku ji hemû bajaran hinguv li vê derê heye. Hinguvê Agirî û Qersê zor xweş bû.”

Di vê roja danasîna hinguv de Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji 22 bajaran 80 hilberînerên hinguv beşdar bûn û hingivê her bajarekî li gorî çêj û dewlemandiya xwe ya nebatan bihayê wê hebû. Hinguvê ji 30 dolaran jî hebû yê 500 Dolaran jî û lê tevî bihayê vê Enqereyiyan bi dilê xwe hinguv xwarin