Carlo Ancelotti bû rahênerê Everton

Tîma Premier League ya Ingilistanê Everton ragihand, Carlo Ancelotti dibe rahênerê nû yê time

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Premier League ya Ingilistanê Everton ragihand, Carlo Ancelotti dibe rahênerê nû yê time.

Berî demekê Everton rêya xwe bi rahêner Marco Silva re qut kiribû.

Ligor ragihandina fermî ya Everton, Ancelotti ji bo 4,5 salan peyman ligel Everton vajo kiriye.

Carlo Ancelotti yê 60 salî di gelek tîmên navdar ên cîhanî de rahênerî kiriye. Dinav wan de Real Madrid, Bayern Munchen, Chelsea, Napoli…

Ancelotti herî dawî rahênerê Napoli bû, lê piştî şkestina Napoli di Champions League de, dawî bi erkê wî anîbû.

 

 

C.B