Wezîrê Îranî: Nexweşiyên derûnî li Îranê di zêdebûnek metirsîdar de ne

Wezîrê tendirustî yê Îranê Seîd Nemekî ragihand, ku nexweşiyên derûnî li Îranê di zêdebûnek metirsîdar de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê tendirustî yê Îranê Seîd Nemekî ragihand, ku nexweşiyên derûnî li Îranê di zêdebûnek metirsîdar de ne.

Ligor Johannews, di dema seredana xwe ya Nexweşxaneya Derûnî Razî de, diyarkir ku: “Di civatê de nexweşiyên derûnî yên depresyon û nexweşiyên din ên derûnî gihiştine astek metirsîdar. Vê yekê bandor li jiyana civatî jî kiriye. Pispor di vê mijarê de, divê erk ek zêde bigrin ser milên xwe”.

Nemekî herweha got, ku cih li nexweşxaneyên derûnî têrê nakin, ger di dema xwe de liser vê yekê kar hatiba kirin, niha ev metirsî nedigihişt vê astê.

Di salên dawî, bi taybet piştî krîza aborî li Îranê di pirsgîrekên civatî de zêdebûnek berçav tê dîtin.

 

 

 

C.B