Serokê HTŞ: Îran û Rûsya dagîrker in, lê ne Tirkiye

Welatên, ku wekî dijminê xwe dibînin – Rûsya, Îran û rejîma Sûriye binav dike. Tirkiye naxe nav vê rêzê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) Ebu Muhammed el-Colani, liser helwêstên rêxistina xwe, sekna siyasî û serbazî vidyoyek belav kir.

Serokê Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) Îran û Rûsya bi dagîrker, êrîşkar û hov binav dike. Lê, di axaftina xwe ya vidyoyî de qet behsa Tirkiye û beşdarîiya wê di proseya Sûriye de nake.

Ligor Ebu Muhammed el-Colani, şerê li Sûriye hîn dê dom bike. Jiber ku encamên vî şerî dê bandore ne tenê li Rojhilata Navîn, herweha tevayiya cîhanê bike.

Colanî, bi her awayî red dike, ku xwe radest bikin û ji Idlibê derkevin. Vê dûrişmeyê davêje: Mirin an Sekfetin!

Welatên, ku wekî dijminê xwe dibînin – Rûsya, Îran û rejîma Sûriye binav dike. Tirkiye naxe nav vê rêzê de.

 

 

 

C.B