Pêşangeheke wêneyên Aram Guleryanî hate vekirin

"Wêne bûyereke dîrokî û perçeyek ji rastiyê ye"
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Wênekêşê navdar ê cîhanê Aram Guleryanî yê Ermen ku li gelek kovar û weşanên navdewletî de wêneyên wî hatine belavkirin, li pey mirina xwe ji zêdeyî 2 milyon wêne hiştin. Li Stenbola Tirkiyê ku lê dayîk bûye li ser navê wî pêşangeheke hat vekirin. Di pêşangehê de li gel cîh û war û kesayetên Kurd gelek bûyer û kesên navdar ên cîhanî bi rêya wêneyên Guleryanî hatin nîşandan.

Aram Guleryan wênekêşê Ermen ku wek Ara Guler jî tê zanîn û sala borî di 90 saliya xwe de koça dawî kir, fotografê wek heqîqata jiyanê pênase dike û li pey mirina xwe ji zêdeyî 2 milyon wêneyên girtine hişt.

Wêneyên wî yên tê da kesayetên navdar ên Kurd ên wek Yaşar Kemalê nivîskar, Yilmaz Guneyê sînemager û cîh û warên bajarên bakurê Kurdistanê jî hene li Stenbolê di pêşangeha ji hêla Serokkomariya Tirkiyê ve hat sazkirin de bi awayeke dijîtal hatin nîşandan.

Bûyerên dîrokî, kesên navdar ên ku di rojeva cîhanê de cîh girtine wek wêne bi destê Guleryanî hatine qeydkirin.

Guleryanî di wêneyên xwe de kêfxweşî, xembarî hestên cuda yên mirovan nîşan daye ji hêla Antolojiya Annual a Photography ve kul i Brîtanyayê tê weşandin yek ji 7 wênekêşên herî baş ê cîhanê hatiye pênasekirin.