Kiliçdaroglu: Kuştina Silêmanî dikare pirsgirekên mezin encam bide

Di derbarê kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Silêmanî de, ji Tirkiyê daxuyaniya yekemîn ji alî Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ve hat

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu radighîne: Kuştina Qasim Silêmanî li Rojhilata Navîn dikare bibe sedema destpêka pirsgirêkên mezin û nû.

Di derbarê kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Silêmanî de, ji Tirkiyê daxuyaniya yekemîn ji alî Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ve hat.

Kiliçdaroglu dibêje, piştî ku Amerîka ket Iraqê, Îran li navçeyê bihêztir bû. Qasim Sûleymanî jî, li dijî DAÎŞê şerek ciddî kiribû. Kuştina wî, li Rojhilata Navîn dikare pirsgirêkên mezin û nû bi xwe re bîn e.

Ew ji Erdogan hêvî dikin, ku di siyaseta xwe Rojhilata Navîn de nerm be û Tirkiye ji agirê Rojhilata Navîn dûr bigre. Ew dixwazin Amerîka û Îran jî, bi aqilane tevbigerin.

 

 

 

C.B