Putin seredana Şamê kir

Serokê Rûsyayê seredana Şamê kir û ligel Serokê Sûriyê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê seredana Şamê kir û ligel Serokê Sûriyê civiya.

Ajansa fermî a Hikûmeta Sûriyê ragehand, îro Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin seredana Şamê kir û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed li navendek hêzên Rûsî li Şamê civiya. Putin, herweha li nava cadeyên paytexta Sûriyê jî, geriya ye.

Peyvdarê Koşka Serokatiya Krêmlin ragihand, ku Putin ji Esed re gotiye, wan gavên baş di avakirina dewleta Sûriyê û yekîtiya xaka wê de avêtin e û derbas kirin e. Serokê Sûriyê jî, spasiya Rûsyayê di alîkariyên wê bo dijatiya terorê û vegerandina aştiyê de, kiriye.

 

 

 

C.B