Amerika dorpêçên nû biser Îranê disepîne

Serokê Amerîka ragihand, ku fermana sepandina dorpêçên nû biser Îranê de derxistiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka ragihand, ku fermana sepandina dorpêçên nû biser Îranê de derxistiye.

Di daxuyaniyekê de Donald Trump eşkere kir, ku ferman derxistiye bi amadekirina lîsteyek nû ji dorpêçan, bi mebesta sepandina wan biser Îranê de.

Bi gotina Donald Trump, dorpêç di demek nêzîk de bo raya giştî tên eşkere kirin.

Aloziyên di navbeyna Amerika û Îranê de gihiştine astek gelek aloz û metirsîdar, bi taybet piştî kuştina Qasim Suleymanî ji alî firokeya bêfirokevan a Amerikayê ve. Îranê ji aliyê xwe ve bi zêdetirî 20 mûçekan êrîş bir ser 2 binkeyên Amerîkî li Iraq û herêma Kurdistanê, bêyî ku ziyana canî hebe.

Bi sepandina dorpêçan ser Îranê, Amerika rewşa aborî ya Îranê dixe rewşek metirsîdartir.

 

 

 

C.B