Jeffrey ligel ENKS dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandek Desteya Serokatiya ENKS digel şanderê Amerîka ji bo Sûriyê dicive, rewşa dawî ya rojavayê Kurdistanê gengeşe dikin.
Çavkaniyek ji Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji Kurdistan24 re ragihand, dê şandek wan li Stenbolê digel şanderê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey bicive û dê dawî pêşhateyên li rojhilatê çemê Firatê û rewşa Sûriyê bi giştî gengeşe bikin.
Nûçegîhanê Kurdistan24 li Stenbolê ragihand, ji bilî civîna digel ENKS, dê James Jeffrey digel şandek Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê jî, bicive.
James Jeffrey ji bo gengeşekirina rewşa Sûriye li Tirkiye ye, dê herweha seredana Erebistana Siûdî jî bike.
Ligor çendîn çavkaniyan, Amerika ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî li rojavayê Kurdistanê dinav xebatê de ye.
C.B