Dr. Hasan Oktay: Rûsya rolek sereke di hevdîtina Serokên MIT û Muxaberat de lîst

Serokê Kaffkasamê û pisporê Rojhilata Navîn ê Tirkiye Dr. Hasan Oktay, liser hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî yê Tirkiye MIT Hakan Fidan û Serokê Ofîsa Ewleyiya Niştimanî yê Sûriyê 'Elî Memlûk ji K24 re eşkere kir...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Kaffkasamê û pisporê Rojhilata Navîn ê Tirkiye Dr. Hasan Oktay, liser hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî yê Tirkiye MIT Hakan Fidan û Serokê Ofîsa Ewleyiya Niştimanî yê Sûriyê 'Elî Memlûk ji K24 re eşkere kir, ku ji berê li Tirkiye dihate çaverê kirin, ku di astek weha de hevdîtin di navbeyna Tirkiye û Sûriye de were kirin.

Ligor Dr. Hasan Oktay dihate çaverêkirin jî, piştî kuştina Qasim Suleymanî, di navbeyna Sûriye û Tirkiye de nermbûnek rû bide. Egerên mezin hene, ku Rûsya rolek berçav di nêzîkahiya Sûriye-Tirkiye de dilîze.

Liser pirsa, ku Tirkiye bi salan dijberiyek herî zêde hemberî Esed dihate birêvebirin û niha di siyaseta Enqere de guherîn heye? Oktay got, ku bêguman dê guherîn hebin. Ji alî Sûriye ve jî weha ye. Kuştina Suleymanî dê rewşê biguherîne, Sûriye dê bibêje: Qasim Suleymanî fişar liser me dikin, niha dê pêwendiyên me bi Tirkiye re baştir bin. Hin guherîn dê di navbeyna Enqere û Şamê de rû bidin.

Ligor Oktay, Tirkiye dê heta hetayê li Sûriye nemîn e, dê ji Sûriye derkeve. Enqere dibêje: Em rêzê li serweriya Sûriye digrin, em rêzê li yekparçeyiya xaka Sûriye digrin.

Liser hevkariyek di navbeyna her du dezgehên hawalgirî de hemberî statuyek Kurdî, Oktay destnîşan kir, ku ev civîna yekem a di vê ast a bilind de ye û di pêşerojê de her du alî dê zêdetir bi hurgilî liser mijaran rawestin.