Sûriye red dike, ku ligel Tirkiye hemberî YPG kar bike

Hikumeta Suriyê red dike, ku di civînek sê alî ya Surî, Tirkî û Rûsî de, ligel Tirkiyê kar bo rûbirûbûn a YPGê hatibe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Suriyê red dike, ku di civînek sê alî ya Surî, Tirkî û Rûsî de, ligel Tirkiyê kar bo rûbirûbûn a YPGê hatibe kirin.

Ajansa fermî a hikumeta Suriyê SANA, ji jêderek berpirs belav kiriye, ku tişta di ajansa Reutersê de hatiye, ku di civîna sê alî ya Surî, Tirkî û Rûsî de behs li hemahengiya dijî hebûna hêzên Kurdî li bakurê Suriyê û bi hevre karkirin, bo rûbirûbûn a YPGê hatiye, red dikin.

Tekez dike, di civînê de gotûbêj tenê bo derketina Tirkiyê ji tevayiya xaka Suriyê bû ye.

Duhî li Moskow, bi amadebûn a Hakan Fîdan Şêwirmendê Ajansa hewalgîriya Tirkiyê MIT û Elî Memlûk Serokê ofîsa ewlehiya niştîmanî ya Sûrî û berpirsên Rûsî civînek pêkhatibû.

 

 

 

C.B