Bazara li rojavayê Kurdistanê di krîzê de ye, çareserî jî xuya nake!

Serokê desteya pereguher yê herêma Cizîrê Welîd Mihemed Elî ji K24 re ragihand, ku ligel krîzên heyî – şer, alozî, tevlîhevî, herweha Banka Navendî ya Sûriye jî...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşa bazarê li rojavayê Kurdistanê di nav krîzek berçav de ye. Buhayê 1 Dolar ê Amerikî li bazarê derdora 1050-1100 Lireyên Sûriye ye. Ev yek bandorek gelek xerab li rewşa hevwelatiyan dike, ku mûçeyê karmendek derdora 60-70 Dolar ê Amerikî ye.

Serokê desteya pereguher yê herêma Cizîrê Welîd Mihemed Elî ji K24 re ragihand, ku ligel krîzên heyî – şer, alozî, tevlîhevî, herweha Banka Navendî ya Sûriye jî, nikare wekî pêwîst serederiyê ligel vê rewşê bike. Di encamê de yên ku zerermendên mezin in welatî ne.

Ligor Welîd Mihemed Elî, derfetên Rêveberiya Xweser jî dest nadin, ku rojan e di navbeyna 10-15 Milyon Dolaran bixe nav bazarê de, ji xwe ev yek ne mumkin e. Ji alî xwe ve, nikarin bandore li bazarê jî bikin, ku kontrolek liser hebe, jiber ku bazirgan jî, ji ber vê rewşê ne di rewşek asayî de ne. Bazirgan bi xwe zerermendên rewşê ne.