Erdogan: Em êrîşa Idlibê, bêbersîv nahêlin

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, liser rewşa şer li Idlibê diyarkir, ku: “Pirsgirekên mezin rû didin. Agirbest hatiye binpê kirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, liser rewşa şer li Idlibê diyarkir, ku: “Pirsgirekên mezin rû didin. Agirbest hatiye binpê kirin. 3 şehîdên me jî çêbûn!  Em nikarin bêdeng bimîn in, em dê bersîvê bidin!”.

Erdogan liser rewşa Idlibê bersivên rojnamevanan da û diyarkir, Rejîm agirbest binpê kir. Zêdeyî 20 sivîlan hatin kuştin. Henceta wan jî eşkere ye: Rêxistinên terorê li Idlibê hene (!) Ev derew e. Zarokên 3-4 salî çawa dikarin bibin terorist?

Li Idlibê şer berdewam e û agirbest bidawî hatiye. Neteweyên Yekgirtî jî, di vê çarçoveyê de bangewazî kir, ku şer wêraniyek nû û mezin li Idlibê encam dide.

Ligor agahdariyên ji deverê, Artêşa Sûriye bi piştgiriya firokeyên şer ên Rûsyayê li Idlibê pêş dikeve

 

 

C.B