Gedo, hurgiliyên Rêkeftina ENKS-Itilafê eşkere dike

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye di Itilaf a Niştimanî ya Opozisyona Sûriye de Ebdullah Gedo ji K24 re ragihand, ku Opozisyona Sûriye li dijî guherîna demografî li rojavayê Kurdistanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye di Itilaf a Niştimanî ya Opozisyona Sûriye de Ebdullah Gedo ji K24 re ragihand, ku Opozisyona Sûriye li dijî guherîna demografî li rojavayê Kurdistanê yên hatî dagîr kirin – Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê ye.

Girêdayî Rêkeftina di navbeyna ENKS û Opozisyonê de pêkhatî de Gedo got, ku: “Piştî êrîşa Tirkiye ser rojavayê Kurdistanê, bi alîkariya grûpên çekdar ên Itilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriye, ENKS xebata xwe di nav Opozisyonê de rawestand. Heta berî 9-10 rojan vê yekê berdewam kir. Civînek di navbeyna Itilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriye û ENKS de liser pirsgirêkên heyî encam da û rêkeftin di navbeyna her du aliyan de pêkhat. Xala Yekemîn a Rêkeftinê: Şopandina binpêkirinan, ji alî Komîteyek hevbeş a Itilaf û ENKS de,  ku li Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê ji alî grûpên çekdar rûdayî, çêdibin e. Miletê me li van cîh an, gelek êş û tade bi destê van grûpan dît. Dizî, talan, girtin, kuştin… Miletê me bi destên wan gelek ziyan dît. Ligor Rêkeftinê yên ev ziyan gihandî milletê me, dê di encama şopandin û lêkolînan de bigihin ber destê dadgehê, ku cezayê van tawanên xwe bidin. Mafê xelkê me jî li wan vegere, ji bo dadwerî bicîh bibe. Xalek din a sereke, milletê me ku jiber dagirkeriyê û zilmê neçar bû, cîh û warên xwe bihêle û koçber bibe. Li Hesekê, li herêma Kurdistanê di rewşek dijwar a koçberiyê de bijî, ku em bikaribin wan vegerînin cîh û warên wan! Guherandina demografiyê xalek sereke ye û Itilafê helwêsta xwe bi zelalî li dijî nîşan da!

Liser babeta, ku ENKS û Itilaf nikare bandorê li grûpên çekdar bike. Gedo destnîşan kir: “ Itilaf hevbendek mezin a dewleta Tirkiye ye. Em dizanin, ku agahdariya dewleta Tirkiye jî, ji rêkeftinê heye, heta piştgiriya wê jî dike. Ger Komîteyên hatî damezrandin, nikaribin li Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê pêşengiya rêkeftinê bikin û kesên tawanbar nikaribin derxin ber dadgehê, wê demê 2 rewş derdikevin pêş – tê wateya, ku: Yan Itilaf karek ne ji dil dike, Yan jî: Tiştek di destê wê de tune ye! Her tişt girêdayî dewleta Tirkiye ye! Wê demê, em nikarin vê rastiyê veşêrin û divê em helwestek din nîşan bidin! Em dê – vekirî her tiştî ji millet xwe re bêjin!”

Liser dem a destpêkirina xebatên rêkeftinê Gedo anî ziman, ku: “Di demek nêzîk de xebata rêkeftinê dê destpê bike. Dinav vê hefteyê de Serok û endamên Komîteyan dê destnîşan bibin û bilez bikevin nav xebatê de. Komîteyên girêdayî wan, dê li Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê bên avakirin û lêveger her dê ENKS û Itilaf be.”

Gedo herweha diyarkir, Amerika ji proseya pêkanîna Rêkeftinê agahdar e û piştgirî jî, dide.