Çavuşoglu: Rûsya divê sozên xwe girêdayî Idlibê bicîh bîn e

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu, sergirtî rexneyên tund li siyaseta Rûsya li Sûriye, bi taybet rewşa Idlibê girt

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu, sergirtî rexneyên tund li siyaseta Rûsya li Sûriye, bi taybet rewşa Idlibê girt.

Çavuşoglu di panelek li Korbenda Davos de amade bû û pêwendiyên Rûsya – Tirkiye girt dest.

Wezîrê derve yê Tirkiye got, ku ji piştgiriya Rûsya bo rejîma Şamê dilgiran in. Herweha rewşa Idlibê, bi rewşek metirsîdar binav kir.

Çavuşoglu got: “êrîşên rejîmê hemberê sivîlan nayên qebûl kirin. Rûsya jî, wekî garantorê rejîma Sûriye divê sozên xwe bicîh bîn e. Serokomarê me, li Berlînê ev babet ligel Serokê Rûsya Putin carek din anî ziman”.

 

 

C.B