Li Almanya êrîşa çekdarî: herî kêm 6 kes hatine kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya Bild a Almanyayê ragihand, ku di encama şerekî li devera Baden Wurtemberg, bajarokê Rot Am See ya Almanyayê gelek kesan jiyana xwe jjidest da ye.
Ligor malpera Focus, di encama şerî de herî kêm 6 kesan jiyana xwe jidest da ye.
Herweha Polisê Almanî ragihandiye, ku kesek bi gumankarê êrîşê hatiye girtin.
Heta niha egera şer nayê zanîn, lê nayê bawerkirin ku terorî be, tê bawer kirin, ku pirsgîrêkek civakî yan dêrûnî be…
C.B