Bild: Erdogan, ji bo girtina sînoran daxwaza pereyan dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema seredana Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bo Tirkiye, rojnameya Bild diyar dike, ku daxwaza sereke ya Serokomarê Tirkiye ji Merkel dê pere bin.
Ligor Ajansa Deutsche Welle jî: “Trkiye li herêmê xwe di bin fişara penaberan de hest dike. Aloziyên li herêmê û rewşa penebaran bandore li Tirkiye dike û Merkel vê rastiyê nikare paşguh bike. Bêguman Merkel divê binpêkirinên mafên mirovî bîne ziman, lê di rewşa penaberan de divê hesankariyan jî, ji Tirkiye re amade bike. Bê Tirkiye mirov nikare rewşa penaberan bixe rêya çareseriyê“.
Mafên mirovan li Tirkiye lawaz in, gelek rikber di zindanan de ne, qeyyum tên danîn – ev babet hemû girîng in. Lê rewşa penaberan taybet e û Tirkiye dê vê rastiyê bikar bîn e…
C.B