Encû: Em wek HDP ji ber kêmasiyan lêborînê ji gel dixwazin

Parlementerekî berê yê HDPê jî diyarkir ku ew pêşî lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin, ji ber ku kêmasiyên wan zêde bûne.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku 23ê Sibatê Kongreya xwe ya 4emîn lidar dixe û rêveberiyeke nû dide diyarkirin, konferansa xwe ya 3emîn ya giştî pêk anî. Hevserok û parlementerên HDPê diyarkirin ku ewê piştî kongreya mezin ji bo rêvebirina Tirkiyê xwe bi rêxistin bikin. Parlementerekî berê yê HDPê jî diyarkir ku ew pêşî lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin, ji ber ku kêmasiyên wan zêde bûne.

HDP ya ku wê di 23ê Sibata 2020an da Kongreya xwe ya mezin ya asayî lidar bixe û dê rêveberiyeke nû diyar bike, piştî civînên herêmî, konferansên ciwan û jinan pêk anî bi dirûşmeya "HDPyeke Bihêz û Rêxistineke bi bandor" Li Enqera paytexta Tirkiyê 3emîn konferansa xwe ya giştî lidar xist. Hemû pêkhateyên HDP, rêveber û parlementerên berê beşdarî vê konferansa gitî bûn.

Di destpêka konferansê de hevseroka HDPê Pervîn Buldan diyar kir ku herçiqas kêmasiyên wan hebe jî ew ê ji bo rêveberiyeke demokraîk xwe bigehînin hemû kesê û HDP dê dawiya deshilatdariya Ak Partiyê bîne.

Hevseroka HDP Pervîn Buldan got: “Bêgûman kêmasiyên me hene. Kiryar û serkeftinên xwe tu carî me têra xwe nedîtiye. Em ê her gav berev armancên mezin ve biçin û em ê serkeftinên mezin bidest bixin. Armanca me ya sereke ew e ku em deshilateke demokratîk bidin avakirin. Berpirsiyariyeke gelek mezin li ser milê me ye û hêviya ciwan, jin û civatê ji me heye. Em ê mil bidin hev û hemberî deshilata heyî serkeftineke mezin bi dest bixin.”

HDP di kongreya xw e ya 4emîn de ku dê 23ê sibatê pêk bîne bi dirûşma em ji bo rêvebirina Tirkiyê alternatifin û em dikarin Tirkiyê birêvebibin" dê xwe rêxistin bike. Derbarê vê nexşerêya HDPê de serokwekîlê Koma HDPê Saruhan Oluç got di sala 2020an de îdîaya wan ew e ku deshilatiyeke demokratîk ava bikin.

Serokwekîlê Koma HDPê Saruhan Oluç ji K24ê re diyar kir: “Pêdiviya Tirkiyê bi guherîn û veguherîneke demokratîk heye. Hemû geşedan didin xuyakirn ku di politikaya navxweyî û derve de, di warê aborî de ev deshilata heyî êdî nikare Tirkiyê birêve bibe. ji ber vê yek jî îdîaya me ew e ku em wek Hdp dikarin bi awayekî demokratîk Tirkiyê birêvebibin, em dikarin guherînên mezin yên demokratîk pêk bînin. Di kongreya xwe ya mezin de em ê nexşerêyeke di vê çarçoveyê de bidin pêşiya xwe.”

Parlementerê berê yê HDPê Ferhat Encû ku 3 salan di girtîgehê de ma diyar kir ku ew wek HDP berî her tiştî lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin ku nikaribûne bibin bersibek bo gel, lê ew ê tevî hemû astengiyan rêxistineke xurt bidin avakirin.

Ferhat Encû ji K24ê re got: “Bêgûman kêmasiyên HDPê hene, li ser vê awayê em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin û rexnedayîna xwe jî didin. Lê belê rewşa ku îro em tê de rewşekî cuda ye. Li her derî hember nirxên Kurdan, hember partiyên Kurdan li hember netewa Kurdan êrîş heye. Ji bo wê jî HDP dixwaze pêşiya wan êrîşan heta satekê bigrîtin.”

Di konferansa 3emîn ya Giştî a HDPê de nameya hevserokê berê yê HDPê selahattîn Demîrtaş ku ev 4 salin di girtîgehê de ye jî hate xawandiin û Demîrtaş daxwaz ji HDPê kir kul i ser wî ji bo namzediya hevserokatiyê nîqaş neye kirin û di şertên girtîgehê de ev ji xwe nikarin bibin namzed. Ev konferansa HDPê wê 2 rojan berdewam bike û piştî vê yekê dê ji bo namzediya hevserokatiyên HDPê amadekarî bêne kirin.