Çekdar ê Opozisyona Sûriye: Em girêdayî Artêşa Tirkiye ne!

Pisporê beşa Navneteweyî ya Weqfa Carnegie Frederic Wehrey, li Libyayê bi çekdarên Opozisyona Sûriye re reportajek berfereh di The New York Review of Books de weşand.

K24: Navenda Nûçeyan

Pisporê beşa Navneteweyî  ya Weqfa Carnegie Frederic Wehrey, li Libyayê bi çekdarên Opozisyona Sûriye re reportajek berfereh di The New York Review of Books de weşand.

Di reportaja xwe de Wehrey ligel fermandarek çekdarên Opozisyona Sûriye diaxife, ku diyar dike: “Niha em derdora 2 hezar kesan in. Lê, Tirkiye soz da me hejmara me bigihe 6 hezar kesan. Em girêdayî artêşa Tirkiye ne. Mûçeyên me derdora 2 hezar dolar ên Amerikî ne. Malên me hemûyan li Stanbol û Entebê hene. Tirkiye herweha soz da me, ku me bike hevwelatiyê Tirkiye”.

Fermandarê, ku xwe bi navê  Ehmed dide naskirin, herweha dibêje: “Em ne serbazên bi pere ne. Gelê Libya xwest em werin. Em li dijî diktatoriyê ne”.

Ligor Wehrey, şer û aloziya li Libya, bal ji ser Sûriye kişandiye ber bi Libya ve, jiber ku zêdetir berjewendiyên welatan bi Libya û petrol a wê ve heye”.

 

 

 

C.B