Serokwezîr pêşwaziya Nûnerê Serokê Rûsyayê kir

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Pîrmam ligel Nûnerê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û şand a pê re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsya civiyan.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Pîrmam ligel Nûnerê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û şand a pê re civiya.

Di civînê de, pêwendiyên herêma Kurdistanê û Rûsyayê, pirsên girêdayî navçeyê û Iraqê hatin gotûbêj kirin.

Îro, Nûnerê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê bi seredanekê gihabu Hewlêrê, û biryar e sibe, Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê ligel şandek ENKSê li Hewlêrê bicive.

 

 

 

C.B