Serfermanderên Rûsya û Tirkiye liser Idlibê axifîn

Serfermanderên leşkerî yên Rusya û Tirkiye di pêwendiyek telefonî de, babeta Idlibê gotûbêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermanderên leşkerî yên Rusya û Tirkiye di pêwendiyek telefonî de, babeta Idlibê gotûbêj kirin.

Serfermandarê artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Serfermandarê artêşa Rusyayê Valery Gerasimov pêwendiyek telefonî encam dan. Hate ragihandin, ku mijara sereke ya pêwendiyê rewşa Idlibê bû ye.

Serfermanderê Artêşa Tirkiyê Guler di hevdîtinê de topbarana Rejima Suriyê û Rusya aniye rojevê.

Herwiha ji Serfermanderê Rusyayê xwestiye,  ku êrişên Rûsya û rejima Sûriye li ser Idlibê rawestin.

Serfermanderê Artêşa Rusya Valery Gerasimov jî daye zanîn, ku pêwist e Terorist ji Idlibê derkevin, ku dibin sedema bêaramiyê. Herwiha daxwaz ji Yaşar Guler kirîye, ku çekan nedin rexistinên terorist.

 

 

 

C.B