Tirkiye, bersiva Serokomarê Fransa dide

Li hemberî daxûyaniyên Macron, ku gotibû "Tirkiye cîhadiyan ji Suriyê bi keştîyan rêdike Libyayê û rêkeftina Berlinê binpê dike", Wezareta derve ya Tirkiyê, bersiv da

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hami Aksoy diyarkir,  Serokomarê Fransa Macron, bi babetên bêbingeh, rojevê diguhêrîn e.

Li hemberî daxûyaniyên Macron, ku gotibû "Tirkiye cîhadiyan ji Suriyê bi keştîyan rêdike Libyayê û rêkeftina Berlinê binpê dike", Wezareta derve ya Tirkiyê, bersiv da.

Peyvdarê Wezareta derve Hami Aksoy ragihand: Serokomarê Fransa, endamên PYD li Parîsê pêşwazî dike û piştgirîya Hafter dike, ku ne desthilatdariyek fermî ya Libya ye.  Herweha, jibîrnakin çawa Fransa li Libyayê, di dîrokê de tevkujî pêk anîbû.

 

 

 

C.B