Li bakurê Kurdistanê rêyên 1555 gund û bajarokan hatine girtin

Pêla berfbarînê û sermayê dijwar li gelek deverênBakurê Kurdistanê berdewam dike. Li gor agahiyên dawî, rêyên 1555 gund û bajarokan bo hatûçûnê hatine girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêla berfbarînê û sermayê dijwar li gelek deverênBakurê Kurdistanê berdewam dike. Li gor agahiyên dawî, rêyên 1555 gund û bajarokan bo hatûçûnê hatine girtin. Digel hewlên vekirina rêyan, welatî zehmetiyan dibînin.

Pêla berfbarînê, herî zêde li bajarên Erzirom, Dêrsim, Îdir, Agirî, Çewlîg, Mûş, Wan û Colemêrgê bandora xwe nîşan dide.

Li navenda navçeya Kanîreş ya Çewlîgê du roj in bênavber berf dibare. Ji niha ve li navenda navçeyê bilindahiya berfê 60 santîman derbas kiriye.

Metîn Bingol - berpirsê xebatên paqijkirinê, diyar dike:

"… Kanîreş piştî demên dirêj yekemcar e weha zêde berf dibîne. Gihiştiye 60 santiman. Niha em hewl didin berfa navenda navçeyê bibin derve. Niha ba û bahoz heye û em hewl didin welatî zehmetî nebînin"

Îdareyên Taybet yên Bajêr û Rêveberiyên Rêyên Bejahî hewl didin rêyan vekin. Li devera gundê Aşûtê, rêya Colemêrg û Şirnexê bo hatûçûnê hate girtin.

Berf û serma bandor li ser geştên asîmanî jî dike. ji ber berfê Balefirxaneya Selahedîn Eyûbî ya li Geverê bo firînan hate ragirtin.  Li gor agahiyan, pêla berfbarînê dê berdewam bike.

 

 

C.B