3. Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney destpê kir

Bi 5 zimanan û bi 5 huneran Festîvala Çand û Hûnerê ya Yilmaz Guney destpê kir.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

3. Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney bi hevkariya Şaredariya Dêrsimê û Navenda Çandê Yuz Çîçek Açsin destpê kir. Serîlêdanên festîvalê ên di beşên sînema, çîrok, helbet, karîkatûr û wênekêşiyê de wê heta 1ê Pûşberê berdewam bikin. Di çarçoveya festîvalê de wê fîlmên Yilmaz Guney bi rêya TIRan li gelek bajaran bên nişandan.

Serîlêdanên ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney detspêkirin. Festîval Kurdî, Tirkî û Ermenkî jî di navê de wê bi 5 ziman û 5 beşên hunerê; sînema, çîrok, helbest, Karîkatur û beşa wênekêşiyê biçe serî. 3. Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney bi piştgirya Weqfa Yilmaz Guney, bi navbeykariya Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin û Şaredariya Dêrsîmê tê organîzekirin. Serokê Şaredariya Dêrsîmê Fatîh Mehmet Maçoglu di civîna danasina festivalê de diyar kir, Yilmaz Guney hunermedeki Kurd bû û azadîxwaz bû. ji, bo vê yekê em li hunera Yilmaz Guney xwedî derdikevin da hemû nifş wî nas bikin.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji K24ê re got: "Ji ber hunera wî ya şoreger û gotinên wî yên derbarê azadiya gelan de, Yilmaz Guney di xortaniya me de ji bo me wek îdolekî bû. Wî huner bi me da hezkirin. Bi taybet gotinên Yilmaz Gûney ên derbarê gelê Kurd de û azadiya her ferdî de rastiyeke vê cîhanê ye. Em jî li vî aliyê wî û hunera ku afirandiye xwedî derdikevin."

Hevjîna Yilmaz Guney , Fatoş Guney jî diyar kir, hêjî qedexeyên li ser fîlmên Yilmaz Guney didomin û nahêlin civaka Tirkiye û cîhanê jê haydar bibin. Ew vê helwesta TRT careke din şermazer dike û hêvî dike ku demek kin de qedexên li ser fîlmên Yilmaz Gûney rabin.

Hevîna Yilmaz Guney Fatoş Guney ji K24ê re wiha axivî: "Ez bi rêya we careke din TRT û TRT 6'ê şermezar dikim ku fîlmên Yilmaz Guney nadin lîstandin û qedexeya li serê berdewam dikin. Yilmaz Guney Kurd e û ji roja ku jidayikbûye jî, hay ji nasnameya xwe heye. Ez dizanim ku ew ji bo gelê Kurd gelekî bi qîmet e û wî jî her tim azadiya Kurdan xwestiye."

Di Festîvala Yilmaz Guney de çîrok û helbest wê bi Tirkî, zaravayen Kurdî, Kurmancî û Zazakî û bi zimanê Ermenkî, di sînemayê de jî bê sînora zimanan digel jêrnivîsa Tirkî wê hemû berhem werin qebûlkirin. Sêrîlêdanên ku di 1ê Sibatê de destpêkirin wê hetta 15ê Avrêlê berdewam bikin. Herwiha festîval wê di navbeya dîrokên 15ê Avrêlê û 1ê Pûşberê de di serî li Stenbol û Dêrsimê wê li gelek bajaran bi çalakiyên cûrbecûr biçe serî. Di 7ê pûşberê de li Stenbolê di 14ê Pûşberê de jî li Dêrsimê bi dirûstkirina merasîna xelatdayinê wê festîval bi dawî bê.