Îranê kesek bi tometa sîxûriya Amerika, bi darvekirinê siza kir

Peyvdarê dadweriya Îranê Gulam Husên Ismailî ragihand, ku kesek bi tometa sîxûriyê ji Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) ya Amerika re, bi darvekirinê hatiye siza kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê dadweriya Îranê Gulam Husên Ismailî ragihand, ku kesek bi tometa sîxûriyê ji Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) ya Amerika re, bi darvekirinê hatiye siza kirin.

Peyvdarê dadweriya Îranê Gulam Husên Ismailî herweha diyarkir, du xebatkarên dezgehek alîkariyê jî, bi tometa sîxûriyê ji Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) re hatine girtin û sizaya girtinê bi wan hatiye sepandin. Ismailî destnîşankir: yek ji tometbaran bi 10 sal sizaya zindaniyê û yê din jî, bi 5 sal sizaya zindanê hatine girtin. Egera sizadan a wan jî, metirsiya liser ewleyiya neteweyî ya Îranê ye. Nasnameya her du girtiyan, bi egera ewleyî nehatiye eşkere kirin.

Lê, kesê bi navê Emîr Rahimpûr, ku bi egera sîxûriyê ji Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) ya Amerika re, bi darvekirinê hatiye siza kirin.

 

 

 

C.B