Tirkiye karwanên serbazî yên nû derbasî Sûriye dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiyê 3 karwanên serbazî yên nû derbasî Sûriyê kirin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, Tirkiye 3 karwanên serbazî yên nû ji dergehê Kefer Lusîn ê bakurê Idlibê derbasî Sûriyê kir. Ligor Rewangehê, ev karwan ji nêzîkî 100 barhilgiran pêkdihat, kelûpel û otombîlên serbazî li xwe digirt û ber bi gundewarên Idlib û Helebê ve çû.
Ligor Rewangehê di 2 rojên dawî de, Tirkiye zêdetir ji 400 barhilgiran, ku alavên serbazî li xwe digirtin, derbasî Sûriyê kirin e.
C.B