Daxûyaniya HAK-PAR bo çapemenî û raya giştî

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi imzeya Serokê xwe yê giştî Latif Epozdemir daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi imzeya Serokê xwe yê giştî Latif Epozdemir daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Jİ BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ
Her wekî  tê zanîn demeke HDP û derdorên HDP’ê  banga  yekîtîya netewî dikin û bi vê mebestê çalakîyan li dar dixin.Visa xuya dike ku hetanî niha di vê  tifaqê de çend kes, kesayet û kom û komik û hêz û partî û rêxistin li dor HDP’ê rêz bune.Ev tifaq li gor hin derdoran  wek “tifaqek netewî” were binavkirin jî, wek Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR,bi raya me ev ne tifaqek netewî  ye.Lewra berî demek me dabu xuyan ku “yekîtîya netewî, li ser esil û asasên netewî, bi bername û rêbazek netewi û her wiha di nav hêzên netewî de pêk tê.”HDP bi xwe dibêje “em ne partîyek Kurdewar in. Em partîyek Turkîyehî ne.”Lewra bi HDP’ê re ne mumkune ku di van şertan de yekîtîyek netewî  were ava kirin.
Bê guman HAK-PAR terefdarê “yekîtîyek qedirbilind û bi rumet” e. Ev helwesta HAK-PAR’ê bi her şîweyek maf û berjewendîyên netewî a Kurd û Kurdistanê  mina yekem xala sereke  qebul dike.Partîya Maf û Azadîyan, projeyek netewî û demokratîk e. HAK-PAR bi xwe rêxistinek hevkar e.Di binyata avakirina HAK_PAR’ê de, hestên netewî hatine raxistin.Lewraye ku HAK-PAR hetanî niha di tu çalakîyek ku ne li gor maf û azadîyên gelê Kurd de be, rêz ne buye, cîh negirtîye û hergîz di hiç demek de jî di nav bernameyên pûç  û vala de cih nagre.Maf û berjewendîyên netewîyên miletê Kurd li ku be, HAK-PAR li wê ye.
Di van rojan de, li gor agadarîyên ku geyiştine destê me ,mixabin ku ,hin kes û hêz navê HAK-PAR’ê di  nav çalakî û hewildanên HDP’ê û derdorên HDP’ê de, bikar tînin.Bi zanîyarî didin zanîn ku kaşo partîya Maf û Azadîyan jî di nav hevkarîya HDP’ê de ye.Agadarîya herî dawî  jî ev e.: Roja 05.02.2020 di dawetnameya HDP a ku li HEWLÊR’ê  li restoranta bi navê “Ebu ŞAAB”bangî  beşdaran dike,wek “bangder” navê Partîya Maf û Azadîyan” jî hatîye dîyar kirin.Navê du kesan wek serok û rêveberê Partîya Maf û Azadîyan-Mihemmed Qeremec û Cemal Sate-hatîye bikar anîn.
Ev tişt yekser derewe û  hewla pêkanîna feresetek derewîn e. Em ne Cemal Sate û ne jî Mihemmed Qeremec  nas nakin û tu pêwendîya van herdu kesan bi Partîya Maf û Azadîyan re tune.
Serokê Partiya me HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan ) Latif EPÖZDEMİR e. Nunerê partîya Maf û Azadîyan li HEWLÊR’ê Zana Sezen e. Lazime bîr û raya sîyasî a herêmê baş bizane ku HAK-PAR di nav hevkarîyên nexêrxwaz de cih nagre. Niha tu pêwendîyek me di vîwarî de bi HDP’ê û derdora HDP’ê re tuneye .
Mebesta vê amelîyata ferasetê ewe ku raya netewî a milletê Kurd têk bibe, aîdîyet û helwesta netewî a miletê Kurd xera bike. Lê ev karek  nafîle ye. Raya sîyasî a Kurdî baş dizane ku HAK-PAR di nava karwanê nexêrxwaz de cih nagre. Lewra em piştrastin û enîya me sipî ye. HAK-PAR Kurd e.
Em vê hewildanê bi tundî şermezar û riswa dikin.Careke din bang li HDP’ê û komîkên li dor wê rêzkîrî dikin ku Partîya Maf û Azadîyan wek ”hevkarê” xwe nedin nîşandan û dev ji avakirina ferasetên derewîn û xapînok berdin.
Di gel rêz û silavên netewî, ev daxûyanî pêşkêşe Ji bo agadarkirina çapemenî û raya giştî. 05.02.2020

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan- HAK-PAR