Lavrov dîsa bala Tirkiye kişand: Li Idlibê berpirsiyariya xwe bicîh bîn e

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov carek din anî ziman, ku li Idlibê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bicîh neanîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov carek din anî ziman, ku li Idlibê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bicîh neanîn e.

Di kongreyek rojnamevanî de Lavrov diyarkir, ku bi berdewamî ligel Tirkiye dinav pêwendiyê de ne û anî ziman: “Rêkeftinê me ligel Tirkiye liser herêmên kêmkirina  şer û aloziyan heye. Hevkarên me yên Tirk, soz dan me, ku Opozisyona ku ligel wan kar dike û Rêxistinên terorê wekî El-Nusra û Tehrîr el – Şam ji hevûdu veqetîn in, lê mixabin heta niha jî rxistinên terrorist li wan deveran kontrola xwe didomîn in. Jiber vê yekê, ev berpirsiyarî dive bicîh bibe”.

Di asta medya de sekna cuda liser Idlibê ya Rûsya û Tirkiye bi zelalî diyar dibe, lê di asta diplomasî de, her du welat jî diyar dikin, ku pêwendiyên wan didomin.

 

 

C.B