Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekrê rapora 2019an eşkere kir

Cigira Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Rehşan Betaray, li Diyarbekrê Rapora sala 2019an a binpêkirinên mafê mirovan ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekrê Rapora xwe ya sala 2019an eşkere kir: Di salekê de 31 şaredarî hatine desteserkirin, 3 hezar kes  hatine girtin, 2 hezar û 81 mal rastî êrişên polîsan hatin e.

Cigira Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Rehşan Betaray, li Diyarbekrê Rapora sala 2019an a binpêkirinên mafê mirovan ragihand.

Di raporê de hat eşkere kirin, ku Hikûmet pirsgerekan bi rêyên leşkerî ve dixwaze çareser bike.

Di salekê de girtin, eşkence, kiryarên polîsan û leşkaran yên keyfî zêde bûn e.

Di salekê de 537 kes li bajarên Kurdan rastî eşkencê hatin e.

Li Bakurê Kurdistanê 31 şaredarî hatin desteser kirin, nezî hezar kes, ku 50 ji wan zarok bûne hatin girtin. Ji van girtiyan 6 kesan canê xwe ji dest da ye.

2 Hezar û 81 Malbat rastî êrişên polîsan hatine.  Di zîndanan de 1334 girtî, bi nexweşiyên giran re rûbirû bûn e û nayên derman kirin.

Di Raporê de hatiye eşkere kirin, zarokên Kurdan jî,  rastî zordariya polîsan û leşkeran tên. Her wiha qedexeya liser Zimanê Kurdî jî, berdewam e.

Li Bajarên Bakurê Kurdistanê, di encama êriş, rûdanên otombêlên serbazî, eşkence û helwestên polîs û leşkeran de 24 welatî, ku zarok jî dinav de ne hatine kuştin. 12 welatî jî,  brîndar bûn e.

Di şer û pevçûnên di navbeyna gerilayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de 133 leşker mirin e û brîndar bûn e û 319 gerila jî,  cane xwe ji dest dane.

Di navbera şere gerila û leşkeran de, 12 sivîlan canê xwe jidest dan e.

31 Bajarvanî hatine desteser kirin. 27 Serokên Bajarvaniyan û 57 Endamên Meclisan hatine girtin, 61 Endamên Meclisan jî, ji kar hatine avêtin.

 

 

 

C.B