Helikopterek rejîmê, li Idlibê hate xistin

Ligor Ajansa Reuters, li rojavayê bajarokê Serakib ê girêdayî Idlibê, helikopterek rejîmê ji alî çekdarên ser bi Tirkiye ve hate xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Ajansa Reuters, li rojavayê bajarokê Serakib ê girêdayî Idlibê, helikopterek rejîmê ji alî çekdarên ser bi Tirkiye ve hate xistin.

Herweha tê ragihandin, ku di navbeyna gundên Neyrab û Afis ên girêdayî Serakib de 2 tank ên rejîmê hatine têk birin.

Şerê li devera Idlib jî, bi giranî berdewam dike. Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya Operasyona xwe didomîn e û devera di bin kontrola xwe de berferehtir dike.

Navenda bajarokê Serakib û gelek gundên wê jî, ji destpêka vê mehê ketin bin kontrola rejîmê de. Lê duhî, çekdarên bi ser Tirkiye ve jî, operasyonek berovajî hemberê hêzên rejîmê dan e destpê kirin. Duhî Artêşa Sûriye êrîş biribû ser xalek Tirkiye li derdora Idlibê û ligor ragihandina Wezareta Bergirî ya Tirkiye 5 leşkerên wan hatibûn kuştin û 5 jî brîndar bûn.

 

 

C.B