Tirkiye daxwaza alîkariyê ji NATO dike

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusi Akar, daxwaza alîkariyê ji Hevpeymaniya NATO kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji Hevpeymaniya NATO kir.

Hulusi Akar liser aloziya Idlibê – di navbeyna Tirkiye, Sûriye û Rûsya de, ji Ajansa Associated Press axifî.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê anî ziman, ku“ Hemberî her êrîşek dijî xalên wan ên çavderiyê yan jî serbazên wan, Tirkiye dê tundî bersivê bide. Tirkiye gelek caran dubare kir, ku dê xalên xwe yên çavderiyê ne vekşîne, dê erkên xwe berdewam bikin. 12 xalên me yên çavderiyê hene û dê li cihên xwe bimîn in. Ger êrîşek jî were ser wan, dê bersivek tund bê dayîn”.

Akar diyarkir, ku; “Daxwaz ji Rûsya kirin e, fişarê li Sûriye bike, ku ji rêya navneteweyî M5 vekişe. Herweha Rûsya divê fişarê li rejîmê bike, ku êrîşên xwe rawestîne, agirbestê bicih bike, koçber jî vegerin cîh û warên xwe”.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji NATO jî kir: “Welatên endamên NATO, divê hevkariyek mezin û ciddî nîşanî Tirkiye bikin. Pêlek mezin a koçberiyê heye û ev metirsiyek liser Ewrûpa û cîhanê ye jî. Pêşya vê divê bê girtin. Operasyonên Idlibê dive demildest rawestin”!

 

 

C.B