Çavuşoglu: Bandora Rûsya liser rejîma Sûriye zêde ye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, bo çareseriya qeyrana Îdlibê hewlên wan berdewam dikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, bo çareseriya qeyrana Îdlibê hewlên wan berdewam dikin û di vê çarçoveyê de roja duşemiyê ew dê şandek bişînin Rûsyayê.

Da zanîn, bandora Rûsya li ser rejîmê zêde ye û dikare bo rawestandina şer roleke girîng bilîze.

Mevlut Çavuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê got:

“… Mixabin, rejîma Sûriyê wekî Hefter bawerî bi çareseriya serbazî nî ne. Di demên dawî de êrişên xwe zêde kirin e. Em hewl didin êrişan rawestîn in.

Bi Rûsyayê re hewlên me berdewam in. Roja Duşemiyê şandek me dê biçe Moskowê. Ezdê bi Lavrov re jî, li vir bicivim. Em ji Yekîtiya Ewropa û Almanya dixwazin, wekî Amerîka û Brîtanyayê piştevanî bidin me”.

 

 

C.B