Erdogan û Trump pêwendiyek telefonî encam dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê bi pêwendiyeke telefonî liser rewşa Îdlib û Lîbyayê axifîn. Erdogan got, ew li Îdlibê dorpêçkirina xalên çavdêriyê, ji hêla rejîma Sûriyê ve qebûl nakin.
Serokomariya Tirkiye da xuyakirin, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyek telefonî encam dan e û liser mijarên Lîbya, Îdlib û rêkeftina sedsalê axifîne.
Erdogan jî, di vegera seredana Pakîstanê de, bo rojnamevanan axifî û got, ew di çarçoveya rêkeftina Edeneyê de li Sûriyê ne û ligor rêkeftina Soçiye de jî, li Îdlibê xalên çavdêriyê ava kirin e.
Da xuyakirin, niha rejîma Sûriye xalên çavderiye dorpêç kirin e û ew bi tu awayî, hember wan bêdeng namîn in. Da zanîn, di demên dawî de li Îdlibê, pevçûnên tund rû didin û li Helebê helîkopterek rejîmê hatiye xistin.Erdogan got, mîlyonek awareyan berê xwe dan e sînorê Tirkiyê û bi piştevaniya darayî ya Almanyayê, li wê derê bi blokan kampên nû çêdikin.
C.B