Kremlin liser “Operasyona Idlib” yekser bersiva Erdogan da

. Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov diyarkir, ku: “Ev xerabtirîn bijarde ye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan di civîna fraksiyona Partiya xwe li Parlementoya Tirkiye de gotibû, ku: “Tirkiye, ji bo pêkanîna bernameya xwe li Idlibê hemû amadekarî qedandin e. Wekî her operasyonek din, di vê operasyonê de jî,  em dibêjin “Şevekê ji nişka ve em dikarin werin”. Operasyona Idlibê di rojevê de ye”!

Kremlinê bersivek tund da van gotinên Erdogan. Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov diyarkir, ku: “Ev xerabtirîn bijarde ye”.

Peskov liser pirsa rojnamevanan, diyarkir: “Niha ez liser xerabtirîn bijarde ne axifim. Ger Tirkiye li Idlibê dest bi Operasyonek hemberî rêxistinên terorê lidar bixe, ev dibe pêngavek di çarçoveya Rêkeftina Soçî de û ev erk ê Tirkiye bû. Lê, ger li dij hukimeta rewa ya Sûriye liser Operasyonekê bê axaftin, ev dibe xerabtirîn bijarde û senaryo”.

 

 

C.B