Gedo: Di demek nêzîk de Rêkeftina ENKS û Opozisyonê dê liser erdê bicîh bibe

Nûnerê ENKS di Opozisyona Itilafa Niştimanê ya Sûriye de Ebdulla Gedo ji Kurdistan24 re diyarkir, ku: “Civîna Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) ligel Opozisyonê wekî şopandin û berdewamiya civîna 10ê meha Çile ya îsal bû...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê ENKS di Opozisyona Itilafa Niştimanê ya Sûriye de Ebdulla Gedo ji Kurdistan24 re diyarkir, ku:  “Civîna Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) ligel Opozisyonê wekî şopandin û berdewamiya civîna 10ê meha Çile ya îsal bû, ku rêkeftinek di navbeyna aliyan de hatibû vajo kirin. Ew rêkeftin, şopandin û destnîşankirina binpêkirinên ku li Efrînê, Girêspî û Serêkaniyê de rûdayî de bike, bû. Komîteyên şopandinê hatine damezrandin, lê heta niha berhemên wê liser erdê xûya nekirin e. Ji bo aktîvkirin a vê xebatê, bilêztir bikeve pratikê de, bi taybetî jî liser erdê. Qurbaniyên binpêkirinan gelek in. Erdê wan, ware wan, malên wan jidest çûn e! Grûpên çekdar dest danîne ser. Ji bo ku malk, milk û samanên xelkê me, li wan vegere. ENKS tekez kir, di zûtirîn dem de, xalên rêkeftinê dive werin cîbicî kirin”.

Ebdulla Gedo destnîşankir, ku: “ENKS xwedî rolek berçav e. Di civîna ligel Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu de jî, giringiya ENKS dinav Opozisyonê de hate rojevê. Her alî û Tirkiye jî dizan e, ku ENKS xwedî rolek giring e”.

Liser egera vegera koçber û penaberên bi taybet ji Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî de, Gedo anî ziman: “Komîteyên di navbeyna ENKS û Itilafê de hatine damezrandin, niha liser erdê hene. Me ev babet axaft, ku di demek nêzîk de bikaribin aktîv karên xwe bikin û çi daxwaz ji aliyê wan ve hebe, ji alî ENKS û Itilafê ve bicîh were. Ji bo ku, em bikaribin bihêlin, bi awayek ewle û dilrehet xelkê me bikaribe vegere cîh û warên xwe…”