Putin û Erdogan pêwendiya telefonî encam dan
K24 – Enqere
Hat ragihandin, ku pêwendiya telefonî di navbeyna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan de encam da ye.
Ligor ragihandina ji Wezareta pêwendiyê ya Serokomariya Tirkiye, Erdogan ji Putin re gotiye, ku êrîşa rejîmê liser Idlibê dive bidawî were û çareseriyek ji Krîza mirovî re peyda bibe.
Wezareta pêwendiyê ya Serokomariya Tirkiye diyar jî kir, ku Erdogan û Putin, çareseriya Krîza Idlibê bi bicîhanîn a Rêkeftina Soçî ve girêdan e.
Herweha Erdogan û Putin pabendbûnên xwe bi temamî liser rêkeftinên vajo kirin e anîne ziman û rewşa Libya jî giftûgo kirin e.
Heta niha ji alî Kremlinê ve, liser pêwendiyê tu daxûyanî nehatiye dan
C.B