Tirkiye: Girêdayî Idlibê em gav paşde navêjin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, piştî ku bi Macron, Merkel û Putîn re axivîne, nexşerêya xwe ya derbarê Îdlibê de diyar kirin e û da xuyakirin, ew tu gavek paşde navêjin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, piştî ku bi Macron, Merkel û Putîn re axivîne, nexşerêya xwe ya derbarê Îdlibê de diyar  kirin e û da xuyakirin, ew tu gavek paşde navêjin. Erdogan dibêje, eger li hundir û derve wan gavan neavêjin, dê aramî û ewlekariya welat têkbiçe.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan got: "… Îro em li Sûriyê, Lîbya û Derya Naverast rûbirûyê dijwariyê nebin, em dê sibê baceke mezin bidin. Li hundir û derve wan gavan davêjin ku, li ser ewlekarî û aboriya me gef nebe.  Ji bo vê em li Gabar û Cûdîyê ne. Gavên ku me avêtine, em dê berdewam bin.

Zanim, ev têkoşîna me ne hêsan e. em şehîdan didin, bacê didin. Her roj bi xefkên nû re rûbirû dibin. Ji bo welatê me were tengezarkirin, pîvanên navnetewî tên binpêkirin. Ev hemû nikarin me asteng bikin.

Duh êvarê ez bi birêz Putîn re, roj jî bi Macron û Merkel re axivîm. Piştî van hemûyan me nexşerêya xwe danî. Li aliyek em dê biaxivin û hevdîtinan bikin û em dê nîşan bidin, ku em li ser maseyê ne. Bawer dikim, serkeftina me di asta cîhanê de, wê hevsengiyê biguherîne."

 

 

C.B