Tirkiye: 21 binkeyên rejîma Sûriye hatin têkbirin

Wezareta bergirî ya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand, ku wekî bersîvek hemberî êrîşa rejîma bi ser binkeyên Tirkiye de û kuştina serbazek wan, bersivek tund dan e rejîma Sûriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta bergirî ya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand, ku wekî bersîvek hemberî êrîşa rejîma bi ser binkeyên Tirkiye de û kuştina serbazek wan, bersivek tund dan e rejîma Sûriye.

Di daxûyaniya xwe de Wezareta bergirî ya Tirkiye diyar dike, ku: “Xwîna şehîdên wan li erdê namîn e. Tu caran jî, erîşên hemberî xwe, bêbersiv nahêlin. Piştî şehîdkirina serbazê xwe 21 binkeyên rejîma Sûriye kirin e armanc û jinav birin e”.

Wezareta bergirî ya Tirkiye dinivîse, ku rêkarên pêwîst jî girtine ber û dê bersiva her êrîşê bidin.

 

 

C.B